Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 514an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 189an.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 450emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 30 sîvîlan şehîd kirin û 99 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 514an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 189an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam ê baskê leşkeri ya tevgera HAMASê, sala nû bi avêtina fuzeyan a ji îskana “Netivot”a rojhilata Xezzeyê vekir.
Balafirên herbê yên îşxalkeran, li herêma el Balada Cîbalîyeyê ji mala malbata “Taruş”ê re bombeyan avêtin, di encama êrîşê de 8 kes şehîd bûn.
Ji ber ku qirkirina ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê tê kirin dikeve roja xwe ya 452yemîn, êrîşên li ser herêmên cuda dewam dikin.
Li bakurrojavaya Pakistanê li dijî wesayîta polêsan bi wesayîta bombeyî êrîş hat lidarxistin, 8 kes birîndar bûn.