Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 484an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 90an.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 449emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 48 sîvîlan şehîd kirin û 52 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 484an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 90an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Usame Hamdan, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku rejima îşxalker heta niha ji qebûlkirina agirbestê û vekişîna ji Xezzeyê direve.
Sîyonîstên îşxalker, li Xezzeyê hedefgirtina mala Xezzeyîyên ku ji cîhê xwe bûne û xwe sipartine didomîne. Di êrîşan de gelek kes şehîd bûn.
Hat îfadekirin ku li herêma “Mertala Firatê” 3 PKK/YPGyî hatin kuştin, li herêma “Pencik-Kilîdê” jî 2 PKKyî hatin kuştin.