Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.919 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di êrîşên hêzên îşxalker de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 919 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 977 kesan. Di 24 saetên dawî de 5 Filistînî şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê, hejmara şehîdên di êrîşên ku ji aliyê hêzên îşxalker ve li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin de gihîştiye 73 hezar û 919 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 977 kesan.
Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 5 şehîd û 25 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhestin. Çar ji şehîdan di êrîşên dawî de, yek jî ji ber birînên berê canê xwe ji dest da.
Li gorî raporê, nexweşxaneyên li Xezzeyê ji ber êrîşan, kêmbûna sotemeniyê û pêdiviyên tenduristî di şert û mercên dijwar de ji bo temînkirina xizmetguzariyê zehmetiyan dikişînin, û gelek birîndar nikarin bigihîjin dermankirinê.
Ji ber ku hejmara qurbaniyan li Xezzeyê ji ber êrîşên hêzên îşxalker zêde dibe, rêxistinên tenduristiyê di dermankirina birîndaran û dabînkirina xizmetên tenduristî yên acîl de bi zehmetiyên cîddî re rû bi rû dimînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa hewayî ya balafirên Erebistana Siûdî ya li ser bajarê bendera Muha yê Yemenê de şeş kes hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst îşxalkerî û çalakiyên xwe yên leşkerî li Quneytre, Dera û gundewarên Şamê li başûrê Sûrîyeyê didomîne. Di demên dawî de, hêzek ji nêzîkî 10 wesayîtan derbasî gundewarên Quneytre bûn, xalek kontrolê danîn û di heman demê de top û çekên giran avêtin ser wargehên rojavayê Derayê.
Li wîlayetaên Sîstan û Belucistana Îranê êrîşên çekdarî hatin kirin, di encamê de polêsek canê xwe ji dest da, sê polês jî birîndar bûn.