Li Emrîkayê, hejmarê mirovên ku hamburgera McDonald'sê ku ji sîyonîstên îşxalker re destekê dide xwarine û bi wê nexweş ketine zêde bûye.
Sqandal û sosretîyên Mcdonald’s bûrgerê ya ku destekên xwe dide wahşeta sîyonîst didomin.
Berîya niha kesekî li Emrîkayê hambûrger xwaribû miribû, 48 kes jî bi nexweşiyê ketibûn.
Ji teref Navenda Kontrol û Pêşîgirtinê de daxuyanîyek hatibû dayîn û hatibû gotin, di van hambûrgeran de bakterî û mîkrop hatine tespîtkirin.
Piştî ev skandal û sosretîya ku derket holê, şîrketa ku destekvanê rejima sîyonîst e, got ev xwarin ji tedarîkirinê rakirine û li hinek wîlayetan jî sandîvîç wek demkî hatiye rakirin.
Ev skanadala Mcdonald’sê her ku diçe mezin dibe.
Li Emrîkayê li 14 wîlayetan di lokantayan de hat tespîtkriin, mîkrop di nav vê xwarinê de heye. Û hejmara kesên ku nexweş ketine bûne 104.
Ji teref Navenda Kontrol û Pêşîgirtinê ve hat îfadekirin, cara ewil ev mîkrop û bakterî di Mcdonald’sê de nehatîye tespîtkirin.
Di sala 2022 6 zarokan ji ber ku Nugget xwarine, nexweş ketibûn û 4 zarok jî ji nexweşxaneyê re hatibûn rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li welatê Okyanûsa Papua Gîneya Nû bi mezinahiya 6,6 erdhejek pêk hat.
Hîzbullah, daxuyand ku ew ÎHAyekî ji tîpa Hermes 450 a rejîma sîyonîst xistine xwarê.
Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku li Şerîaya Rojava û Qudsê taktîkên herbê ya mirîkî tê bikaranîtin û li vê derê xerabûn berdewam dike.