Piştî ku Hizbullah a Lubnanê bi mûşekên giran herêmên bakur û navendî yên Filistîna îşxalkirî hedef girt, gelek îşxalker birîndar bûn û mal û wesayîtan zirar dîtin.
Piştî nîvro, Hizbullah bi 10 mûşekan navenda Filistîna îşxalbûyî bi taybet bajarê “Tel Avîvê” û derdora wê hedef girt.
Medya Îbranî dîmenên mûşekên ku rasterast li ser niştecihên "Ramat Gan" ketine û herwiha avahiyên li bajar û bajarokê "Petah Tikva" li rojhilatê Tel Avîvê parve kirine.
Platformên niştecihên sîyonîst ragihandin ku di encama êrîşê de 6 kes birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya fermî de operasyona bomberdûmanê ragihandiye û destnîşan kiriye ku baregeha "Glilot" (Bergeha Îstixbarata Leşkerî ya 8200) kiriye hedef. Hat diyarkirin ku di êrîşa mûşekan de xisareke mezin çêbûye.
Hizbullahê di daxuyaniya xwe de, ji bilî baregeha "Aşdod" ku 15 kîlometreyan dûrî Lubnan-Filistînê ye, sibeha îro yekşemê, "Tel Avîv" jî bi mûşekan hedef girt. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 211yan û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 567an.
Di êrîşên îro yên balafirên îşxalê yên li dijî kampên El-Mexazî û El-Bureyc ên li navenda Şerîda Xezzeyê de 4 jê zarok 7 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Dr. Hussam Ebû Safîyayê Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê, di êrîşa îşxalê ya li dijî nexweşxaneyê de birîndar bû.