Doh êvarê, li Tel Avîvê operasyoneke taybet kat lidarxistin, di operasyonê de herî kêm 7 sîyonîst bi çek û kêran hatin kuştin, pirî sîyonîst ku rewşa wan giran in birîndar bûn.
Doh êvarê ji teref du micahîdan ve li ser Ceddeya Jaruselama Tel Avîvê li nêzê îstasyona bihesin çalakîyek hat lidarxistin.
Berdevkê polêsê îşxalker, di rapora ewil de îfade kirin ku micahîdan, “Li vê derê sîwarê trênê bûne û dûre li dijî îsraîlîyên ku di navbera wan de leşkerek pîrek jî hebûye gule reşandin.”
Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku du micahîdên berxwedêr ên bi cilê reş ji trênê peya bûne, yek ji wan bi tevî çeka destê xwe gule li ser şênîyên sîyonîst rejand.
Li gorî rapora tehqîqata pêş, hinek şoreşên berxwedêran bi dizî ketine nav axên îşxalkirî, di nav axên îşxalkirî de leşkerekî sîyonîst kêr kirine û çeka wî ji wî standine dûre gule li derdorê reşandine.
Çavkanîyên leşkerî îfade kirin ku herdu micahîd jî ji bajara El Xelîlê hatine.
Radyoya îşxalê îfade kir ku herdu micahîd jî endamê tevgera HAMASê ne.
Hat îfadekirin ku artêşa îşxalê bajara El Xelîlê dorpêç kirine û li vê derê dest bi êrîş û êsîrgirtinê kirine.
Çavkanîyên Filistînê ragihand ku navê failan Ahmed El Haymuni û Muhammed Misk e, lê radyoya îşxalê jî navê micahîdan Muhammed Halef Saher Receb û Hasan Muhammed Hasan El Tamimi daxuyand û ew endamên HAMASê ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew herêmên leşkerî ya sîyonîstan a li Filistîna îşxalkirî bi fuzeyên bi per a “Quds 5”ê hedef girtine.
Hat ragihandin ku hêzên îşxalker piştî ku 400 metre axa Libnanê îşxal kiribûn vekişiyan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya HAMASê, operasyona fuzeyî ya Îranê ku bertek nîşanî êrişên siyonîstan li dijî gelê Filistîn û Lubnanê da, pîroz kir.
Li wîlayeta Nangarxar a Efxenistanê ji ber binavbûna kelekek ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn 8 kesan canê xwe ji dest dan.