Ji baregeha Amerîkî ya li Urdunê re êrîş hat kirin: Gelek balafirên şer zirar dîtin
Piştî êrîşa tolhildanê ya Îranê li ser baregeha hewayî ya Muwaffaq Saltî ya li Urdinê, gelek balafirên şer ên Emrîkayê zirar dîtin.
Li gorî raporên di çapemeniya Amerîkî de, balafireke şer a A-10 Thunderbolt di êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser baregeheke leşkerî ya Amerîkî li Urdunê de zirareke mezin dîtiye. Hate diyarkirin ku yek ji baskên balafirê hatiye qetandin.
Her wiha hat îddîakirin ku di êrîşê de bi qasî 8 balafirên şer ên F-15 zirar dîtine, lê ev balafir paşê vegeriyane xizmetê.
Parastina hewayî ya Emrîkayê bi berfirehî hate bikar anîn.
Li gorî çavkaniyên CBSê, hêzên Amerîkî di êrîşê de zêdetirî 30 mûşekên parastina hewayî yên Patriot bikar anîne. Digel vê yekê jî, tê gotin ku hinek balafirên li baregeha hewayî zirar dîtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî salan ji şopandin û hewlên kuştinê, îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êsîrê Filistînî Ferah Ehmed Hemîd ku piştî serbestberdana wê di sala 2011an de di çarçoveya danûstandina êsîran a "Wefa el-Ehrar" de sirgûnî Xezzeyê kiribûn şehîd kirin.
Li gorî raporên hatine belavkirin, Komara Îslamî ya Îranê di operasyonên xwe yên tolhildanê yên vê dawiyê yên li dijî keştîyên şer ên Amerîkî de, ji bo lêdana hedefên behrê yên liv û tevger, mûşekên balîstîk ên pêşketî û manevrayî bi kar anîne.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê diyar kir ku ketina serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netanyahû ji herêma li Çiyayê Şêx (Hermon) ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye îşxalkirin, îxlalkirina yekparçeyiya axa Sûrîyeyê ye.