Şîyanên mûşekî yên Îranê dîsa di bin çavdêriyê de ne
Li gorî raporên hatine belavkirin, Komara Îslamî ya Îranê di operasyonên xwe yên tolhildanê yên vê dawiyê yên li dijî keştîyên şer ên Amerîkî de, ji bo lêdana hedefên behrê yên liv û tevger, mûşekên balîstîk ên pêşketî û manevrayî bi kar anîne.
Li gorî raporên di çapemeniya Amerîkî de, di êrîşên dawî yên mûşekî yên Îranê yên li ser keştîyên şer ên Hêza Behrê ya Amerîkî de, mûşekên balîstîk ên menzîla navîn hatine bikaranîn ku bi serikên şer ên ku dikarin di firînê de rêça xwe biguherînin hatine sazkirin, ku ev cudahîyek ji êrîşên berê ye.
Li gorî raporeke Wall Street Journalê ku spartiye rayedarên Amerîkî, mûşekên ku ji aliyê Îranê ve tên bikaranîn dikarin tevgera keştîyên şer bişopînin û nêzîkî hedefên wan bibin.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê her wiha îddîa kiribû ku Îranê moşekên balîstîk avêtine du keştîyên şer ên Emrîkayê yên li herêmê, lê keştî ji êrîşan dûr ketine.
Ev êrîşên Îranê piştî wê yekê hatin ku Emrîkayê dorpêça behrê ya li ser Îranê sepand û êrîşî tankerên petrolê yên wê kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî salan ji şopandin û hewlên kuştinê, îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êsîrê Filistînî Ferah Ehmed Hemîd ku piştî serbestberdana wê di sala 2011an de di çarçoveya danûstandina êsîran a "Wefa el-Ehrar" de sirgûnî Xezzeyê kiribûn şehîd kirin.
Piştî êrîşa tolhildanê ya Îranê li ser baregeha hewayî ya Muwaffaq Saltî ya li Urdinê, gelek balafirên şer ên Emrîkayê zirar dîtin.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê diyar kir ku ketina serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netanyahû ji herêma li Çiyayê Şêx (Hermon) ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye îşxalkirin, îxlalkirina yekparçeyiya axa Sûrîyeyê ye.