Hizbullahê ragihand ku endamên Hizbullahê dê bi destên xwe li ser cerdevaniyê vekişîna siyonîstên îşxalker ji başûrê Lubnanê bişopînin.
Hizbullahê piştî peymana agirbestê ya ku di navbera siyonîstên îşxalker û Lubnanê de hat kirin, daxuyaniya xwe ya ewil da.
Di daxuyanîyê da hat destnîşankirin ku endamên Hîzbullahê wê bi destên xwe li ser sîyonîstên îşxalker ji başûrê Lubnanê vekişin bişopînin û hat destnîşankirin ku ew ji bo li hemberî her êrîşeke îşxalkeran bi tevahî amade ne.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku berxwedêrên Hîzbullahê li hemberî îşxalekran bi ser ketin, li hedefên xwe xistin û îşxalkeran têk bir.
"Li dijî îşxalkeran me 4 hezar û 637 çalakî li dar xistin"
Di daxuyaniyê de ku her wiha behsa berxwedana li dijî êrîşên îşxalkeran ên li ser Lubnanê jî hate kirin, hate gotin ku ji 8ê Cotmehê û vir ve di nava 417 rojan de zêdetirî 4 hezar û 637 operasyonên leşkerî ango rojane 11 operasyon li dijî îşxalkeran hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 17ê Îlonê ve ku êrîşa berfireh a îşxalkeran li ser Lubnanê dest pê kir, di nava van operasyonan de 1666 operasyonên leşkerî yên cuda hene, rojane 23 operasyon in.
Di daxuyaniya Hizbullahê de hat ragihandin ku di van operasyonan de ji sînorê Lubnanê û derveyî bajarê Tel Avîvê êrîşî çeper, baregeh û bajar û bajarokên îşxalkirî kirine, her wiha li dijî îşxalkeran axa Lubnanê li ber xwe didin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji roja ku îşxalkeran di destpêka meha Cotmehê de dest bi êrîşa bejahî ya li ser başûrê Lubnanê ragihandine heta niha zêdetirî 130 kes bûne qurbanî û zêdetirî 1250 kes jî birîndar bûne. Di vê çarçoveyê de 9 balafirên keşfê yên bêmirov hatin rûxandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di dema ku pevçûnên ku di 27ê Mijdarê de li bakurê rojavayê Sûrîyê ji nû ve dest pê kirin li cepheya şer berdewam dikin, têkiliyên dîplomatîk ji bo bidawîkirina pevçûnan berdewam dikin.
Li bakurê Meksîkayê ji bûfeyekî re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.
Li Pakîstanê di pevçûnên navbera eşîran de ku ev du hefte ye berdewam dikin de hejmara kuştîyan derket 130î û 186 kes jî birîndar bûn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 466an û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 358an.