Ji HAMAS û Cîhada Îslamî ji plana jîngeha neqanûnî ya li Qudsê ya rejima sîyonîst re bertek

Wezîrê darayî ya sîyonîstan Bezalel Smotrich biryar da ku ew ê li Qudsê ji 3.400î zêdetir qonitan lê bikin, HAMAS û Tevgera Cîhada Îslamî ev plana E1ê wek “gava tehcîr û îlhakê” nirxand.
Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref tevgerê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ev plana E1 ku wê li jîngeha Ma’ale Adumim a Qudsê ji 3.400î zêdetir xanî werin lêkirin, gavekî talûke ye ku Ramallah û Beytullahîmê ji hev diqetîne û Qudsê ji derdorê Filistînê îzole dike. Ev plan parçeyek ji plana tehcîr, îlhaq û ji holê rakirina îxtîmala damezrandina dewleta Filistînê ye.”
HAMASê, bal kişand ku ev, “plana ku wek sûcekî ye, rûyê rastîn a hikûmeta sîyonîstan derxistîye holê” û hikûmet jî tenê ji zimanê kuştin, tunekirin , tehcîr û xespkirina axan fêhm dike. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku van planên hikûmeta îşxalê ku ti biryarên NY û hiqûqa navneteweyî ji tişkî re nahesibîne, li hember berxwedana gelê Filistînê neserfiraz bibe.
Tevgera Cîhada Îslamî jî, destnîşan kir ku daxuyanîyên Smotrich û daxuyanîya Netenyahu ku berîya Smotrich gotibû “îsraîla mezin”, ji wan kesên ku dibêjin bi rejima îşxalker re peyman û lihevkirin tê kirin re wek sîleyek dijwar e.
Di daxuyanî Cîhada Îslamî de hat îfadekirin ku daxuyanîyên îlhaqkirina Şerîaya Rojava ya îşxalkirî armanca ku di bin qirkirin û sûcên ne însanî yên li Xezze û Şerîaya Rojavayê têne kirin de heye ye.
Cîhada Îslamî destnîşan kir ku ev polîtîka bi pişgirîyeke mezin a Emrîkayê tê meşandin, armanca vêya jî ne ku tenê îşxalkirina Filistînê ye, armanc ev e ku welatên cîran û gelên Ereban jî di nav xwe de dihewîne xwe berfireh bike.
Ji welatên Ereban hat xwestin ku hemû lêgerînên xwe yên bi vê sazîyê re hene dev jê berdin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Rûsyayê di encama teqîna teqîna ku di febrîqeyekî e pêk hat de 11 kes mirin û 130 kes jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst piştî xizmeta li Xezzeyê xwekuştina di nav leşkerên xwe de zêde dike. Ji destpêka qirkirinê vir ve, tê gotin ku herî kêm 48 leşkerên îşxalker xwekuştine.
Li bakurê Pakistanê ji ber şilîyê lehî çêbû, di lehîyê gelek de kes miribûn û hejmarê mirîyan derket 330 kesan.
Ofîsa Mafên Însanan a NY, daxuyand ku ji dawîya meha Gulanê vir ve li Xezzeyê herî kêm 1760 kes dema ku alîkarîyan digerîyan hatine qetilkirin, ev jî li gorî reqemên ku di meha Tebaxê de hatine parvekirin, tê dîtin ku çend sed kes zêde bûne.