Ji Trumpê tehdîda nû ya nukleerî: Ger pêwîst be em ê dîsa êrîşî tesîsên Îranê bikin

Serokê Emrîkayê Donald Trump, di bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê de ragihand ku ew dikarin êrîşên nû li ser tesîsên nukleerî bikin. Ji aliyê din ve, Îranê diyar kir ku ew ê dev ji bernameya xwe ya nukleerî bernede û ji bo danûstandinan vekirî ye.
Serokê Emrîkayê Donald Trump tehdîdên xwe yên li dijî bernameya nukleerî ya Îranê dubare kir û got, "Ger pêwîst be, em ê dîsa li tesîsên nukleerî yên li Îranê bixin." Trump ev gotin di postek li ser platforma medyaya civakî Truth Social de bi kar anî.
Daxuyaniya Trump piştî hevpeyvîna Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî ya bi Fox News re hat dayîn, ku tê de Arakçî qebûl kir ku tesîsên nukleerî yên ku meha borî ji hêla Emrîkayê ve bi hevrêziya rejîma sîyonîst hatine hedefgirtin, zirareke giran dîtine, lê diyar kir ku Îran dê dev ji çalakiyên xwe yên dewlemendkirina uranyûmê bernede.
Arakçi got, "Bernameya me ya nukleerî bi tevahî nayê tunekirin. Em ji bo dîplomasiyê vekirî ne, lê em ê serweriya xwe tawîz nedin." Karbidestê Îranî her wiha destnîşan kir ku ew amade ne bi Emrîkayê re ji bo têkiliyek rasterast nebe jî ew ê ji nerasterast ne amade ne.
Trump berê îddîa kiribû ku binesaziya nukleerî ya Îranê di êrîşên Hezîranê de "bi tevahî hatiye hilweşandin". Lêbelê, nirxandinên îstîxbarata Emrîkayê destnîşan kirine ku dibe ku êrîşan tenê çend mehan bernameya nukleerî ya Îranê dereng xistibe û bi tevahî nesekinandibe.
Pispor dibêjin ku tehdîdên Trumpê aloziyên li herêmê zêde dikin û hewlên ji bo aştî û aramiyê têk dibin. Lêbelê, Îran pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya çalakiyên xwe yên nukleerî yên aştiyane dubare dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Baglan a bakurê Efxenistanê, di hilweşîna kana komirê de şeş kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 219an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 45 kesan.
Li gorî agahiyan, li Nablusê, îşxalkeran Nexweşxaneyên Taybet ên Refîdiye û Erebî dorpêç kirine, deriyên awarte girtine û ambulansan rawestandine. Ew ji bo zextê li nexweşxaneyan bikin bombeyên deng bikar tînin, û rageşiyê li bajêr zêde dikin.
Tûgayên Qessam li bajarê Dêr el-Belah ê navenda Xezzeyê bi roketek Yasin-105 wesayîteke zirxî ya îşxalkeran hedef girtin. Li Refahê, di kemîneke ya bi mayînan de efserek û du leşker birîndar bûn.