Hat diyarkirin ku di êrîşa bi fuzeyan a Rûsyayê ya li ser bajarên Odesa û Sûmiyê yên Ukraynayê de herî kêm 19 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Sûmiyê, yek ji wan mûşekan li avahiyeke neh qatî ya li navçeyeke niştecihbûnê ya qelebalix ket, ya din jî li binesaziya krîtîk ket û bajar bê ceyran hişt.
Hat diyarkirin ku di êrîşa bi fuzeya balîstîk a Rûsyayê ya li bajarê Sumy yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê de herî kêm 11 kes mirin û 89 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşan de herî kêm 6 avahiyên apartmanan û 14 wesayit zirar dîtin û nêzî 400 kes neçar man ku ji cihê bûyerê bên derxistin.
Şaredarê Odesayê Gennadiy Trukhanov diyar kir ku Rûsyayê bi fuzeyê avêtiye avahiyeke niştecihbûnê ya ku qada bazirganiyê ye û diyar kir ku heta niha 8 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 922yan û hejmara birîndaran jî derket 103 hezar û 898an.
Li Fîlîpînanê ji ber bahoza sûper Man-yi herî kêm 8 kes mirin.
Rêveberîya Joe Biden bikaranîna çekên dûravêj ên ku ji Ukraynayê re tên şandin ji bo lêdana hedefên li Rûsyayê pejirand.