Li Îranê li herêma madenê hezaz: 4 kes di bin xirbeyan de man
![Li Îranê li herêma madenê hezaz: 4 kes di bin xirbeyan de man Li Îranê li herêma madenê hezaz: 4 kes di bin xirbeyan de man](/img/NewsGallery/2024/6/16/399886/FeaturedImage/3216846a-448b-45cf-bb64-05f4b5d4d223.webp)
Li wîlayeta Navendî ya Îranê ji ber şimitîna axê ku li qada kana keviran pêk hat 4 kes di bin xirbeyan de man.
Qaymeqamê navendê Ferzad Muhlis Elaime ragihand ku ji ber şimitîna axê ku li çiyayekî navçeya Şazendê rû da, çiya li ser kana kevir hilweşiya.
Waliyê Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 4 şofêrên kamyonan ên di madenê de dixebitin di bin xirbeyan de mane.
Hate diyarkirin ku tîmên xelaskirin ji herêmê re hatine sewqkirin û ji ber mezinbûna herêma hilweşiyayî xebatên xelaskirinê hêdî hêdî pêşde diçin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, destnîşan kir êrîşa ku li Taxa Şûcaîyeyê hatîye kirin berdewama qirkirinê ye, bal hat kişandin ku ew ê berxwedan micadeleya xwe bidomîne.
Hîzbullahê Libnanê, baregeha Bîrket Rîşaya aîdê rejîma îşxalker hedef girt.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah, bi Sekreterê Giştî yê Cemaeta Îslamîye Muhammed Takuş re meseleyên dawîn ên li Fîlîstînê û Libnanê gotubej kirin.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza, got ku ew li Şerîaya Rojavayê li dijî îşxalkeran kemînek li dar xistine, ji sîyonîstan mirî û birîndar hene.