Li Îraqê şewata navenda danûstandinê: 50 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Kutê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê agir bi marketekê ket û di encamê de 50 kes canê xwe ji dest dan.
Birêvebiriya Polêsan a Kutê ragihand ku ji ber sedemeke ku hêna jî nayê zanîn agir bi "Hyper Marketa Kornîşê" ketiye û hemû ekîbên parastina sivîlan û ên pêwendîdar hewl didin agir vemirînin.
Li gorî agahiyan 50 kes şewitîne.
Parêzgariya Wasitê jî derbarê agir de daxuyaniyek da û diyar kir ku parêzgar Mihemed el-Meyahî bi xwe çavdêriya bûyerê dike.
Li gorî daxuyaniyê, ekîbên Parastina Sivîl karîn xwe bigihîjin kesên ku li qata jorîn a avahiya ku agir pê ketiye asê mabûn.
Li gorî daxuyaniyê heta niha herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest daye. Û di nav candayînan de zarok û pîrek jî hene.
Avahiya ku agir pê ketiye sê qatî ye û di nav de xwaringehek jî heye.
Li diyarîyan amade tê kirin ku ew ê sê roj şîna netewî bê îlankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirekî li navenda danûstandinê ya "Hypermarket" ku tenê heft roj berê li Kut a Iraqê vebû, 61 kesan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê sê roj şîn hat ragihandin û hat ragihandin ku dê doz li xwediyê navenda danûstandinê bê vekirin.
Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, êrîşa sîyonîst a li ser Şamê wekî "derbeyek giran li rûmeta Ummetê" bi nav kir, û daxwaza civîneke bilez bi welatên Îslamî kir. Yekîtiyê her wiha ji bo Xezzeyê û Sûriyeyê daxwaza avakirina hevpeymaniyeke leşkerî û aborî kir.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.
Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.