Li Alaskayê erdhej çêbûn

Li Nîv Girava Alaskaya Emrîkayê di mezinahîya 7,2 û 7,2yan de du erdhejên mezin pêk hatin.
Sazîya Lêkolîna Jeolojîya Emrîkayê (USGS), diyar kir ku navenda erdhejê nêzê 87 kîlometre başûrê Sand Pointê bûye.
USGS, ragihand ku herdu erdhej jî di demeke nêzê hev de pêk hatine.
Ji bo beravên herêmê hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirekî li navenda danûstandinê ya "Hypermarket" ku tenê heft roj berê li Kut a Iraqê vebû, 61 kesan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê sê roj şîn hat ragihandin û hat ragihandin ku dê doz li xwediyê navenda danûstandinê bê vekirin.
Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, êrîşa sîyonîst a li ser Şamê wekî "derbeyek giran li rûmeta Ummetê" bi nav kir, û daxwaza civîneke bilez bi welatên Îslamî kir. Yekîtiyê her wiha ji bo Xezzeyê û Sûriyeyê daxwaza avakirina hevpeymaniyeke leşkerî û aborî kir.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.
Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.