Gelek balafir û helîkopter li Balafirgeha Leşkerî ya Mezzeyê ya li Şama paytexta Sûrîyeyê ku artêşa îşxalker lê êrîşeke hewayî pêk anîtibû, nekarin bên bikaranîn.
Artêşa îşxalker piştî ketina rejîma Esed êrîşên xwe yên li ser nuqteyên stratejîk ên Sûrîyeyê didomîne.
Rejîma sîyonîstî êrîşên xwe li ser navendên leşkerî û lêkolînên artêşa Sûrîyê pêk tîne.
Balafirên şer ên îşxalkeran Balafirgeha Leşkerî ya Mezze ya li Şama paytexta Sûrîyeyê hedef girtin.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Mezzeyê ya li Şama paytexta Sûrîyeyê ku ji teref artêşa îsraîlê ve hat hedefgirtin, gelek balafir û helîkopter zerarê dîtin û nekarin bên bikaranîn û sîstema parastina hewayî jî hatin îmhakirin.
Balafirgeha Mezzeh a leşkerî navendeke stratejîk bû ku di belavkirina pêdiviyên leşkerî yên rêjîma Esed de roleke wê ya girîng hebû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Demkî yê Karên Hindir yê Sûrîyeyê Mihemed Abdurrahman ragihand ku 14 efserên polês di kemîneke ku ji teref bermahiyên rejîma kevin ve li gundewarê Tartusê hatibû organîzekirin hatin kuştin.
Li Yemenê, ajanên CIA û Mossadê ku fealîyetên sîxûrtîyê dikirin hatin qefaltin.
Sîyonîstên îşxalker, êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne, li dijî Nexweşxaneya Kemal Advan û Taxa Zeytûnê jî êrîşên xwe zêde kirîye.
Balafirekî aîdê Ezerbaycanê li Aktauyê ketibû xwarê di encama wê qezayê de 38 kesan canê xwe ji dest dan.