Li Cenîna bakurê Şerîaya Rojavayê di encama gule reşandina hêzên îşxalkeran de zarokek û ciwanek şehîd bûn.
Çapemenîya mehellî, îfade kir ku li bajaroka Ya’badê doh ji teref îşxalkeran ve êrîşek hat lidarxistin.
Li ser bersivdayîna berxwedêran pevçûn derket. Di encama gule reşandina hêzên îşxalkeran de Muhammed Rabi Cemal Hamarşa (16) û Ahmed Mahmud Zeyd (20) şehîd bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtine îfade kirin ku di mesafeyekî nêz de ji Hamarşa û Zeydê re gule hatîye reşandin, bi taybetî ji alîyê jorê bedena wan re guleyan reşandine.
Hat diyarkirin ku leşkerên teroristan ji bona ku ji mirina şehîdan emîn bibin nehiştine ku bila ambûlans biçin cîhê bûyerê.
Hat destnîşankirin ku cesedên şehîdan ji Navenda Rewşa Acîl a Ya’badê re hatine rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Bedexşana Efxenistanê wesayîtek ket nav çem û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan.
Tûgayên Qessam, li bakurê Xezzeyê di pevçûnê de 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 211yan û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 567an.