Li Cenînê zarokekî hat şehîdkirin

Li Cenîna Şerîaya Rojavayê zarokekî di encama gulereşandina rejima sîyonîst de şehîd ket.
Hêzên sîyonîstan avêtin ser bajaroka Kabatîyeya başûrê Cenînê.
Wezareta Tenduristî ya Filistîn, destnîşan kir ku Îbrahim Macid Ali Nasrê 16 salî ku bi guleyên îşxalkeran birîndar bûbû, şehîd ket.
Hîva Sor a Filistînê, diyar kir ku Nasrê biçûk ji singê xwe, ciwanekî dinê jî ji nigê xwe birîndar bû. Herdu birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Çapemenîya mehellî, îfade kir ku Nasr ji xwe re di kolanê de leyîstîye û di wê demê de leşkerên terorîstan gule reşandine. Di encamê de ji singê xwe birîndar bhûye. Dûre ji Nexweşxaneyekî li Cenînê re hat rakirin û li wê derê şehîd ket.
Bi tevî şehîdkirina Nasr, ji 21ê Çileyê vir ve li Cenînê hejmarê şehîdan derket 43 kesan, bi dehan kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Baglan a bakurê Efxenistanê, di hilweşîna kana komirê de şeş kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 219an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 45 kesan.
Li gorî agahiyan, li Nablusê, îşxalkeran Nexweşxaneyên Taybet ên Refîdiye û Erebî dorpêç kirine, deriyên awarte girtine û ambulansan rawestandine. Ew ji bo zextê li nexweşxaneyan bikin bombeyên deng bikar tînin, û rageşiyê li bajêr zêde dikin.
Tûgayên Qessam li bajarê Dêr el-Belah ê navenda Xezzeyê bi roketek Yasin-105 wesayîteke zirxî ya îşxalkeran hedef girtin. Li Refahê, di kemîneke ya bi mayînan de efserek û du leşker birîndar bûn.