Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Lêkolînerê Yale Nathaniel Raymond li Harvardê axivî û got ku wan bi rêya dîmenên satelîtê kuştinên girseyî yên di seranserê şerê Sûdanê de belge kirine. Wî got ku bi hezaran sivîl li el-Faşîr û el-Cuneineh bêyî ku piştgirî an alîkarî werbigirin, di "planeke tunekirina sîstematîk" de hatine hedefgirtin.
Nathaniel Raymond, rêveberê Laboratuwara Lêkolînên Mirovî li Zanîngeha Yale ya Dewletên Yekbûyî, encamên "tirsnak" ên derbarê komkujiyên ku ji teref Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) ve li herêma Darfûr a Sûdanê hatine kirin, parve kir. Daxuyaniyên lêkolîner di rûniştineke taybet a li ser krîza Sûdanê de ku li Dibistana Kennedy ya Zanîngeha Harvardê hate lidarxistin, hatin dayîn.
Raymond destnîşan kir ku raporên pêşîn ji torên meydanî yên li herêmê di roja ku HDK El-Feşîr girt de hatin. "Roja yekem, wan got ku di nav çend saetan de 1200 kes hatine kuştin, û ev hejmar gihîştiye 10.000. Roja din, hemî têkilî qut bûn. Dibe ku hemûyan canê xwe ji dest dan."
Xeta komkujiyê bi wêneyên satelîtê tê şopandin
Raymond diyar kir ku tîma lêkolînê di hefteyên pêşîn ên şer de li ser daxwaza hikûmeta Emrîkayê ber bi Sûdanê ve hatiye şandin, û wan bi berdewamî rewşa li ser erdê bi karanîna wêneyên satelîtê yên çareseriya bilind ji Emrîka û Erebistana Siûdî re, ku di danûstandinên Ciddeyê de navbeynkarî dikir, ragihandiye.
Raymond rave kir ku dema ku êrîşên HDKê li Darfûrê belge dikirin, wan "komên cenazeyên ku di dîmenên nehatine weşandin de li kolanan mane wekî xalên pîvandinê bi kar anîne".
Raymond got, "Ev yek nîşan da ku mirin çiqas berbelav bûn," û destnîşan kir ku di wêneyên satelîtê de termên xortan bi navînî 1.3 metre dirêj û di mêrên mezin de jî 2.3 metre dirêj xuya dikirin.
Wêrankirina armanckirî li el-Cuneynayê
Raymond got, di demekê de ku bala cîhanê li ser pevçûnên li paytext Xartûmê bû, HDK êrîşeke berfireh li dijî gelê Mesalît li el-Cuneînayê da destpêkirin:
"Ew mirovan ber bi aliyekî diyarkirî ve dibirin, dû re ji aliyê din ve dorpêç dikirin û ji nêz ve kuştinên girseyî pêk dianîn."
Lêkolîner eşkere kir ku piştî ku tîma wî pêvajoya paqijkirina etnîkî li Darfûrê belge kir, wî di Tîrmeha 2023an de, du sal û nîv beriya komkujiya El-Feşîr, bi dizî rêveberiya Dewletên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya NY hişyar kir.
Dorpêça 18 mehan: Yek ji dirêjtirîn dorpêçkirina dîrokê
Raymond, ku got ku El-Feşîr 18 mehan "li ber çavên cîhanê" di bin dorpêçê de ma, diyar kir ku dema vê dorpêçê "3.5 caran ji dorpêça Stalingradê û heta ji dorpêça Lenîngradê dirêjtir bû".
Raymond diyar kir ku bajar 15 mehan di kategoriya IPC5 (asta birçîbûna felaketî) de maye, û diyar kir ku ev yek di dîroka nûjen de hema bêje bêhempa ye.
"Qutîya Mirinê": Astengiya 37 kîlometreyî
Li gorî Raymond, HDK li dora el-Feşîr dîwarekî axê yê 2.7 metre bilind û 37 kîlometre dirêj ava kir. Wî got ku ev avahî bûye "qutiyeke mirinê ku xelkê Zaghawa yên mayî li bajêr asê dike."
Raymond, ku got ku "bi hezaran laş" di wêneyên satelîtê de piştî ku bajar şevekê ket xwarê xuya bûn, got ku piraniya van tiştan laşên mirovên ku dema lê ketine ketine erdê bûn, û ew wekî şeklên qurmiçî xuya dikirin ku dişibin tîpên C, J û L di wêneyên satelîtê de.
Wî her wiha diyar kir ku di wêneyan de qamyonên bi çekên giran û lekeyên sor ên mezin, ku dişibin golên xwînê, hatine nîşandan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê diyar kir ku êrîşa li ser konên sivîlên koçber ên li herêma Mewasiyê sûcê şer ê nû yê rejîma sîyonîst e, agirbestê îxlal dike û got, "Rejîm ji hemû encamên wê berpirsiyar e, û divê garantor tavilê tedbîran bigirin."
Medyaya îşxalkeran ragihand ku çar leşkerên ji Tûgaya Golanî di pevçûnên li Refaha başûrê Xezzeyê de birîndar bûne.
Rejîma sîyonîst li herêma Mawasîya rojavayê Xan Yûnisê, konên ku xelkê bêwar tê de diman hedef girt. Ji heman malbatê şeş Filistînî şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.