Li Efrîqaya Başûr êrîşeke çekdarî: 11 kuştî, 3 birîndar
Li wîlayeta KwaZulu-Natal li ser malekê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 11 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Polêsan ji bo girtina şikdarên ku di êrîşê de pêçîyê wan hene lêpirsîn da destpêkirin.
Li bajarê KwaMakhutha yê bajara KwaZulu-Natal a Efrîqaya Başûr, li dijî kesên di hundirê malekê de êrîşeke çekdarî pêk hat.
Li gorî daxuyaniya polêsan, sê şikdaran gule li ser 13 mêr û jinekê reşandine ku tê texmînkirin ew pîrek ducanî ye û di hundirê malê de bûn.
Di êrîşê de 11 kes, ku yek ji wan jin bû, mirin. Sê kesên birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Servîsa Polêsê Efrîqaya Başûr (SAPS) ragihand ku piştî êrîşê lêpirsînek ji bo girtina şikdaran dest pê kiriye.
Nirxandina destpêkê ya polêsan nîşan da ku hinek ji kesên ku mirine ji ber têkiliyên wan bi çalakiyên neqanûnî ji aliyê Yekîneya Îstîxbarata Sûc ve dihatin şopandin.
Her çiqas sedema êrîşê hêna jî nehatiye diyarkirin, polês lêkolîn dike ka gelo ev yek ji ber nakokiya di navbera çeteyên hevrik de çêbûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên keştiya li Behra Java ya li beravên Endonezyayê gihîşt 28 kesan, 107 kes jî winda ne.
Serokê Ukraynayê Zelenskî ragihand ku di êrîşa bêmirov a Rûsyayê ya li ser paytextê de 2 kes mirine û 24 kes jî birîndar bûne.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara henekê xwe yê ku di hevdîtina wan a li Qesra Spî de li ser Girên Golanê yên îşxalkirî bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re kiribû, vegot. Şara got ku dema Trump got ku Golan di bin serweriya rejîma sîyonîst de ye, wî bersiv da û got, "Çima hûn New Jersey nadin îsraîliyan? Golan ne ya we ye, lê New Jersey ya we ye."