Li wîlayeta Nangarxar a Efxenistanê ji ber binavbûna kelekek ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li herêma Sarband-Barkaşkot a navçeya Kuz Kunar a Nangarharê pêk hat.
Şahidên bûyerê gotin ku ji ber bayê xurt keştî binav bûye.
Qeymeqamê Kuz Kunar Ruhullah Hakmal der barê bûyerê de weha got: “8 kesên ku yek jê jin bû canê xwe ji dest dan, yên din zarok bûn. Laşên pênc ji miriyan ji çem hatin derxistin, û sê kes jî hêj winda ne."
Rayedaran ragihandin ku 9 kes bi saxî hatine xelaskirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin di encama êrîşa ku li Kerkukê hat lidarxistin de 4 leşker mirin.
Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew herêmên leşkerî ya sîyonîstan a li Filistîna îşxalkirî bi fuzeyên bi per a “Quds 5”ê hedef girtine.
Hat ragihandin ku hêzên îşxalker piştî ku 400 metre axa Libnanê îşxal kiribûn vekişiyan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya HAMASê, operasyona fuzeyî ya Îranê ku bertek nîşanî êrişên siyonîstan li dijî gelê Filistîn û Lubnanê da, pîroz kir.