Wezareta Tenduristîya Giştî ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê kampanyaya derzîlêdanê ya sê rojan ragihand ku bi mebesta parastina 4,8 mîlyon zarokên di binê pênc salî de ji vîrusa felcetê ye.
Berdevkê Wezaretê Şarafat Zaman Amarhil diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ku dê ji roja Duşemê heta Çarşemê bidome li 11 parêzgehên welat ji 34 parêzgehan li zarokan dilopên li dijî felcê bên belavkirin.
Amarhil bal kişand ku vakslêdan 4,8 mîlyon zarokên di bin 5 salî de vedihewîne, Amarhil bang li mezinên eşîran, alim û dêûbavan kir ku bi awayekî aktîf beşdar bibin û bi xebatkarên felcê re bi tevahî hevkarîyê bikin ji bo pêkanîna rast a kampanyayê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam ragihand ku li taxa Beyt Lahîya Xezzeyê li malekê 3 leşkeran bi kêrê kuştine û leşkerên dinê jî bêbandor kirine û piştre jî girtiyên di malê de rizgar kirine.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 317an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 713an.
Di êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Refah û Xan Yûnisê de herî kêm 3 kes şehîd bûn.