Li Ekvadorê di navbera mehkûman de şer: 9 kes mirin
Li girtîgeheke Machala ya parêzgeha El Oro ya Ekvadorê, di pevçûna di navbera mehkûman de 9 kes hatin kuştin.
Tê bawerkirin ku pevçûn encama şerekî di navbera çeteyan de di hundirê girtîgehê de ye. Li gorî raporên destpêkê, di bûyerê de neh kes mirine.
Piştî ku haya malbatên mehkûman ji pevçûnê çêbû, li nêzîkî girtîgehê kom bûn û hewl dan ku ji rayedaran agahî bigirin.
Xizmeta Neteweyî ya Lênihêrîna Berfireh ji bo Sûcdarên Mezin û Ciwan ên Ji Azadiyê Mehrûm (SNAI) ragihand ku lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Di 10ê Mijdarê de li vê girtîgehê pevçûnek bi heman rengî qewimî û 31 kes mirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hilweşîna çeteyên ku ji teref rejîma sîyonîst ve têne piştgirîkirin leztir bûye. Piştî mirina xaîn Yaser Ebû Şebab, di 48 saetên dawî de bi dehan milîsên çekdar teslîmî hêzên ewlehiyê yên girêdayî HAMASê bûn.
Rejîma sîyonîst li nêzîkî Akzunê ciwanekî Filistînî şehîd kir û yekî din jî birîndar kir. Hêzên îşxalker rê li ber ekîbên tendurisîtyê yên ku hewl didan bigihîjin şehîd girtin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî diyar kir ku vekişîna rejîma îşxalker ji axa Sûrîyeyê xeta sor a bêdawî ya welat e û bêyî bidawîanîna dagirkeriyê ti rêkeftinek di navbera her du welatan de ne mimkûn e.