Li bajara Magdeburg Elmanyayê wesayîtek ket nav qelebalixîyê, hat diyarkirin ku di encamê de mirî û birîndar hene.
Li gorî xebera rojnameya Der Spiegelê bûyer li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 21.04an de pêk hat. Hat destnîşankirin ku şofêrê wesayîta bi rengê reş, bi qestî ketîye nav bazara ku ji bo pîrozbahîyên noelê hatîye vekirin bûye.
Bi fermî hat rastkirin ku di encamê de mirovekî mirîye, 20 kes jî birîndar bûne. Çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku di bûyerê 11 kes mirine û 60 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku polês di nav wesayîtê de şibhe dikir ku teqemenî hebe.
Rayedarên wîlayeta Saksonya-Anhaltê bûyerê wek “êrîşa terorî” wesifand.
Hat diyarkirin ku şofêrê wesayîtê hatîye binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li bajarê Magdeburga Elmanyayê di encama qezaya ku wesayîtek ket nav bazareke Noelê de hejmara mirîyan derket 4an, hejmara birîndaran jî 200î derbas kir.
Li paytexta Nîjeryayê di dêrekî de îzdîham pêkhat, di encama îdîhamê de herî kêm 10 kes mirin.
Li Sûrîyeyê Es'ad Hasan El Şîbanî, wek Wezîrê Karên Derve ya hikûmetê hat tayînkirin.
Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), îfade kir ku îtîrafên ku rojnameya Haaretzê de hatine weşandin, "delîlên nû yên sûcên şer ên nedîtî û tasfiyekirina etnîkî ya tam in."