Li Emrîkayê ji ber rîska lehîyê rewşa awarte hat îlankirin

Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Barana ku li bajarên New York û New Jerseya Emrîkayê tesîrdar e, li giştîyê bajaran dibe sedema rabûna avê.
Baran, di çûnûhatina nav bajêr de gelek zehmetîyan dide kişandin.
Li New Yorkê hinek îstasyonên metroyê di bin avê de man û li balafirgehên Newark, LaGuardia û John F. Kennedyê jî gelek sefer hatin betalkirin.
Serokê Şaredarîya New Yorkê Eric Adams, daxuyand ku ji ber barana zêde û lehîyê heta seat 08.00an de rewşa awarte hatîye îlankirin.
Li wîlayeta Marylandê jî ji teref Îtfaîyeya Carroll Countyê ve daxuyanîyek hat dayîn, hat gotin ku zarokekî bi şehîyê ve çûye canê xwe ji dest daye.
Rayedarên Meteorolojîyê jî diyar kir ku li hinek herêman leza baranê ji seatê 7,5 santîmetre jî dibe ku zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê, destnîşan kir ku qirkirin û birçîhiştina sîstematîkî ya ku li Xezzeyê tê kirin rasterast encama polîtîkaya îşxalê ya ku bi piştgirîya Emrîkayê pêk tîne ye.
Li herêma Machalíya Şîlîyê, di madena paxirê ya bi navê El Tenienteyê de hilweşînek pêk hat, di encama hilweşînê de kesekî canê xwe ji dest da, 5 kes jî winda bûn.
Bi deh hezaran kes li Mexrîb, Morîtanya û Yemenê ji bona ku alîkarîyên însanî ji Xezzeyê re bêne gihîştandin û êrîşên rejima sîyonîst bidawî bibe daketin kolanan.
Li herêma Quneytra ya Sûrîyeyê, hêzên îşxalker sê sivîlan girtin. Traktora çandiniyê ya ku ji bo veguhestina bermahiyên daran bikar dianîn jî hate desteserkirin.