Li Emrîkayê helîkoptera nûçeyan ket xwarê: 3 mirî
Li bajara Los Angeles a Emrîkayê, helîkoptereke nûçeyan a ku ji bo qezaya otobûsekî bişopîne firîyabû ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Departmana Îtfaîyeyê ya Los Angelesê ve hat belavkirin qeza, li herêma Chatsworth a Los Angelesê qewimî.
Hat îfadekirin ku helîkopter ketîye herêmekî ku ji bo otoparqê tê bikaranîtin. Ji ber şewata ku derket jî 4 wesayît û 2 qonteynirên depoyê zirarê dîtin.
Ekîbên îtfaîyeyê midexeleyê bûyerê kirin û agirê vemirandin.
Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dane û ji wan yek li derve bûye, kesekî jî birîndar bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa Îranê, ji bo astengkirina tolhildana Îranê ya li dijî Urdunê di navbera 60-70 heban de patrîot û ji 12an zêdetir fuzeya pêşgirtina THAADê bikaranît. Di êrîşê de nêzê 20 heb fuzeyên balîstîkî hatin bikaranîtin û hinek unsurên leşkerî yên Emrîkayê jî zerarê dîtin.
Ensarullahê li Yemenê, diyar kir ku artêşa Siûdî di nav 24 saetan de, bi balafirên “F15” û “Typhoon” 52 êrîşên asîmanî li dijî Yemenê li dar xistin.
Balafira Boeing 737 ji ber pirsgirêkeke teknîkî li Îranê daketineke lezgîn kir.