Ji ber bahoza Yinxing a ku tê texmînkirin li Fîlîpînanê tesîrdar bibe li seranserê welat herî kêm 160 hezar kes hatin tehliyekirin.
Hat diyarkirin ku ji ber bahoza Yinxing a ku tê texmînkirin li gelek deverên Filîpînanê baran û bayê zêde bibare, herî kêm 160 hezar kes ji bo sitargeh û herêmên ewle hatin tehliyekirin.
Saziya Hewayî ya Sivîl a Fîlîpînan (CAAP) ragihand ku herî kêm 6 sefer hatin betalkirin.
Gelek serwîsên ferîbotan wek tedbîr hatin betalkirin, û hinek dibistan û cihên kar bi awayekî demkî hatin girtin.
Rêveberiya Xizmetên Atmosferîk, Jeofîzîk û Astronomîyê ya Fîlîpînanê (PAGASA) ragihand ku bager bi leza 10 kîlometreyan ber bi bakurê rojavayê ve diçe.
Rayedaran diyar kirin ku tê texmînkirin ku bagera herî dereng sibe serê sibê li herêmên bakurê welat bibare.
Welatîyên ku li herêmên bi rîsk dijîn, hat hişyarkirin ku ji bayê xurt, lehî û şimitîna axê re amade bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 469an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 561an.
Artêşa îşxalê, qebûl kir ku di dema pevçûna li başûrê Libnanê de leşkerekî wan mirîye.
Rejîma sîyonîst, li herêma Baalbeka rojhilata Libnanê li djiî sîvîlan êrîş li dar xist, 50 kes şehîd bûn, 63 kes birîndar bûn.