Di şewata ku li Jhansî ya bakurê Hindistanê li nexweşxaneyeke jidayikbûnê derket herî kêm 10 pitik mirin û 16 pitik jî birîndar bûn.
Di şewata ku li Yekîneya Lênêrîna Zêde ya Neonatal (NICU) ya Zanîngeha Bijîşkî ya Maharani Laxmi Bai ya li Jhansi, Uttar Pradesh, yek ji mezintirîn nexweşxaneyên li herêma Bundelkhand a Hindistanê ye, derket de herî kêm 10 pitik mirin û 16 pitik jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku di dema bûyerê de 54 pitikên ku temenê wan ji rojekê heya yek mehî ye di NICU de hebûn.
Midûrê Navçeyê (DM) Avînaş Kumar mirina 10 pitikan piştrast kir û da zanîn ku 16 jî bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê. Kumar got, "Rewş gelekî trajîk e. Dema ku gelek zarok hatin rizgarkirin, hejmara miriyan dilgiran e."
Tevahîya şevê ji aliyê îtfaîye, xebatkarên nexweşxaneyê û polêsan ve xebatên rizgarkirinê hatin kirin.
Rayedaran diyar kirin ku li gor tespîtên ewil şewat ji ber qutbûna tesîsa elektrîkê derketîye û ji bo ku bê îhmalkarî di bûyerê de heye lêkolîneke berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berxwedana Iraqê bi balafirên bê mirov li dijî Um El-Reşraş (Eilat) ya îşxalkirî operasyonek li dar xist.
Di encama girtina kaniya ku li Komara Afrîkaya Başûr de xebatên madenên neqanûnî dihatin kirin ji aliyê polîsan ve bi hezaran karkerên madenê yên dereqanûnî bi birçî û tî asê man.
Di rapora ku Wezareta Parastin a Emrîkayê parve kir de, hat îfadekirin ku di nav artêşa welat de weqayên întîharê zêde bûne û ev pêvajo jî nîşan dide ku Pentagon di nav leşkerên xwe de weqayên întîharê nikare kontrol bike an jî nikare ziîf bike.