Li Hîndistanê otobûs qeza kir: 6 mirî, 22 birîndar
Li wîlayeta Tamil Nadu ya Hîndistanê du otobûs li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.
Rojnameya Times a Hîndistanê diyar kir ku polês daxuyandîye, di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 7 jê giran 22 kes jî birîndar bûn.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê agirbestê îxlal kir. Di êrîşên hewayî û topxaneyî de sê Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve, jimara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 1109 kesan.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrîşên wan ên dawî yên asmanî li dijî Îranê bi dawî bûne. Êrîşa ku nêzîkî pênc saetan berdewam kir, li gorî agahiyan, pergalên parastina peravê, baregehên mûşek û dronan û bingehên deryayî yên Îranê hedef girtine.
Tevgera Ensarullah a Yemenê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan balafirgeha Abha ya li başûrê Erebistana Siûdî hedef girtiye.