Li Kanadayê du balafir li hev ketin: 2 mirî

Li wîlayeta Manitobaya Kanadayê, 2 balafirên perwerdehîyê li hewayê li hev qelibîn, di encamê de 2 balafirvanên xwendekar canê xwe ji dest dan.
Berdevka Polêsê bi Hesp a Qraltî ya Kanadayê Melanie Roussel, destnîşan kir ku li herêma Hanovera başûrê Manîtobayê du balafirên biçûk li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 balafirvanên xwendekar canê xwe ji dest dan.
Roussel, diyar kir ku di balafiran de rêwîyên dinê tinebûne.
Hat daxuyandin ku qeza di dema firîna perwerdehîyê de pêk hat.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.
Hamasê diyar kir ku qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst, Benyamin Netanyahu, bi zanebûn peymana danûstandina berfireh sabote kiriye û berdewamiya êrîşan li ser gelê Xezzeyê pêk anîtîye. Tevgerê tekez kir ku danûstandinên berpirsiyar ji bo agirbestek daîmî û danûstandina êsîrên hevbeş berdewam dikin.