Li Kap Verdeyê otobûsek qeza kir: Herî kêm 25 kes mirin
Di qezaya otobûsê de li welatê giravî yê Efrîqaya Cape Verde herî kêm 25 kes mirin.
Li gorî medyaya herêmî û rayedarên herêmî, qeza roja Şemiyê li ser rêya çiyayî ya Campanas de Cima li Girava Fogo qewimî. Di qezaya ku otobusa rêwîyan tê de bû de gelek kes birîndar bûn.
Serokê Kap Verde José Maria Pereira Neves di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî qezayê wekî felaketek mezin bi nav kir.
Li gorî raporên medyaya herêmî yên ku ji rayedarên tenduristiyê yên giravê hatine bidestxistin, merasîma cenazeyê heft ji kesên ku di qezayê de mirine, ji ber giraniya birînên wan, yekser piştî bûyerê pêk hat.
Lêkolîna li ser sedema qezayê berdewam dike, û rayedaran hêna jî sedema rastîn a qezayê eşkere nekirine.
Hat ragihandin ku tê texmînkirin ku Serok Neves û hinek rayedar îro serdana Girava Fogo bikin, ku qeza lê qewimî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst 12 Filistîniyên ku li Xezzeyê esîrgirti bûn berdan. Li gorî agahiyan, piraniya wan esîrên ku hatine berdan karker in û hatiye ragihandin ku esîr di girtîgehên sîyonîst de rastî îşkenceyên sîstematîk, muameleya xerab, kêmasiya xwarinê û şert û mercên nemirovane hatine.
Bi berdewamiya îxlalkirinên xwe, hêzên îşxalker ên sîyonîst ber bi gundewarê Quneytrayê ve pêşve çûn û malek girtin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî ragihand ku ew bi navbeynkariya Emrîkayê danûstandinan dikin da ku êrîşên rejîma sîyonîst li ser welatê wî bi dawî bibin û xetên berî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vegerin.
Li Abujaya paytexta Nîjeryayê, ji ber hilweşîna avahiyek sê qatî du kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.