Li Keşmîra di bin îşxala Hindistanê de ye ji heman malbatê 5 kes ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî bûn.
Bûyer, li navçeya Pandrathan a Srinagar a paytexta Havînê ya Keşmîra ku di bin kontrola Hindistanê de ye pêk hat.
Li gorî çapemenîya herêmî, malbatek ji ber sotemenîya ku di mala xwe de şewitandiye bi gaza karbonmonoksîtê jehrî bûye.
Bûyer derket holê ku cîranan ferq kirin ku malbat tevahiya rojê ji malê derneketine.
Cîranên wan ên ku ji tenduristiya wan bi fikar bûn, ji rayedaran re rewşê ragihandin.
Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku dê, bav û 3 zarokên wan xeniqîne.
Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin dewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber talûkeya cemidandina pitikan di şert û mercên hewaya sar de li Xezzeyê endîşedar in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana koçberan zehmet dike.
Balafirgeha Şamê ku bi ketina rejima Esadê ji nû ve ket fealîyetê, dest bi seferên navneteweyî kir. Sefera ewil, ji bajara Şarîkaya Îmaratê re hat kirin.
Barîna berf û sermaya dijwar a ku ji herêmên navendî yên Emrîkayê heta peravên rojhilat tesîrdar e, tesîrê li 13 wîlayetan dike.