Li Keşmîra di bin îşxala Hîndistanê de ye wesayîtekî leşkerî ket nav gelîyê û qeza kir, di encamê de 5 leşkerên Hîndistana îşxalker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Qeza, li herêma Pooncha bajara Srînagarê pêk hat.
Rayedaran, destnîşan kirin ku wesayîtekî leşkerî li nêzê Xeta Kontrola Keşmîrê li alîyê çîya şiqitî û ket nav gelîyê, di encamê de herî kêm pênc leşkerên Hîndistanê mirin, çend leşker jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku piştî qezayê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama bomberdmana artêşa Pakistanê navçeya Barmala wîlayeta Paktîkaya Efxenistanê de nêzê 50 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Hikûmeta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê êrîşê şermezar kir.
Di bûyerên cuda de li wîlayeta Alabama ya li başûrê Emrîkayê, polîsan 2 kesên ku di trafîkê de rawestandin û ji wesayîta xwe daketin, kuştin.
Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam ku baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) e, dîmenên kemîna leşkerên îşxalker li nêzî Xaçerêya Et-Ta'lim li rojhilatê Beyt Lahîya li bakurê Xezzeyê weşand.
Sîyonîstên îşxalker doh êvarê êrîşî bajara Tulkerîm û kampên li Şerîaya Rojavayê kirin, di dema êrîşê de 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.