Li Libnanê di nav 24 seatên dawîn de di êrîşên artêşa îşxalê de 14 kes şehîd bûn.
Ji teref navenda operasyona rewşa acîlî ya ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Libnanê ye ve li ser hîsaba medyaya civakî ya Xê daxuyanîyek hat parvekirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêzên hewa yên sîyonîstan di êrîşên xwe yên li dijî bajar û bajarokên Libnanê de 14 kesan şehîd kirin, 87 kesan jî birîndar kirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di êrîşan de mirina herî zêde bi 13 kesan û birîndarên herî zêde bi 84 kesan herêmên Nebatîye, Sayda û Tîre ye.
Hat îfadekirin ku di heman de li Çîyayê Libnanê sîvîlekî dinê jî hatîye qetilkirin û li herêmên bakur jî sê kes birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cihûyîyên sîyonîst, di bin parastina polêsên qaşo ya sîyonîstan de dîsa êrîşê Mescîdî Eqsayê kirin.
Serokê HAMASê Xelîl El Hayye, bal kişand ku îşxal diz û eşqîyayan diparêze, dûre weha got, “Operasyonên dizîkirina alîkarîyan a li Xezzeyê bi onaya îşxalê hatîye kirin.”
Sîyonîstên îşxalker, bajara Palmîra û derdorê wî bi fuzeyan hedef girt, di êrîşa îşxalkeran de herî kêm 36 kesan canê xwe ji dest dan, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim, got ku Hîzbullah pêşnîyaza taslaka ji bo li Libnanê agirbest bê îlankirin ya Emrîkayê ku bi pêşnîyazên hikumeta Libnanê re wek hev e not girtîye û biryar êdî li alîyê îşxalê ye.