Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 3 hezar û 481 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 786an.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, îşxalkeran di êrîşa dawîn de 29 kesan şehîd kir, 122 kesan jî birîndar bûn.
Bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 3 hezar û 481 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 786an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêveberîya Joe Biden bikaranîna çekên dûravêj ên ku ji Ukraynayê re tên şandin ji bo lêdana hedefên li Rûsyayê pejirand.
Hat destnîşankirin ku Tirkîye, daxwazîya Serokkomarê qaşo yê rejîma îşxalker Isaac Herzog ku bila sehaya hewa ya Tirkîyeyê bikarbîne red kirîye.
Hat îfadekirin ku li Bangladeşê ji ber şoba Dangê di nav 24 seatên dawîn de 1100 kes ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, 8 kes jî canê xwe ji dest dan.