Li Lubnanê ku êrîşên dijwar ên li dijî Lubnanê dewam dikin, Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Lubnana ku di bin êrîşên dijwar ên rejîma îşxalker de ye 1,4 mîlyon kes koçber bûne.
Di daxuyaniya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî de weha hat gotin, "Li Lubnanê ji ber êrîşên kujer her ku diçe bêewlehiya erzaqê her ku diçe girantir dibe. Li vir 3 hezar û 100 kes mirin û 1,4 milyon kes jî koçber bûne."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Lubnanê çavkaniyên alîkariyê têrê nakin û hewcedariya gelek kesan bi alîkariya lezgîn heye.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve 203 jê zarok 644 jê jin bi tevahî 3 hezar û 287 kes hatine qetilkirin û 14 hezar û 222 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 3 hezar û 365 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 344an.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 736an û hejmara birîndaran jî derket 103 hezar û 370an.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ji bona ku mirîyên xwe bikin binê axê li Qudsê 7,7 donim erd stand.