Li Nîjeryayê di navbera şivan û cotkaran de pevçûn: 18 kes mirin
Li wîlayeta Nîjerê ya Nîjeryayê, di pevçûnên di navbera şivan û cotkaran de 18 kes mirin.
Berdevkê Polêsê Wîlayeta Nîjerê Wasiu Abiodun ragihand ku li pênc gundên wîlayetê di navbera şivan û cotkaran de bûyerên tundûtûjiyê qewimîne.
Abiodun diyar kir ku hêzên ewlehiyê li herêmê hatine bicihkirin, di pevçûnan de 18 kes mirine û gelekên din jî birîndar bûne.
Li bakurê Nîjeryayê car caran di navbera şivanên Fulanî û hinek eşîrên cotkar de pevçûnên dijwar çêdibin.
Gelê koçer Fulani îddîa dike ku cotkar hewl didin heywanên wan bidizin û êrîşî wan dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Merasîma cenazeyê Rêberê Berê yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Seyyîd Elî Xameneî, ku di êrîşa Emrîka û rejîma sîyonîst de şehîd bû, li Tehranê bi beşdariya gel di roja duyemîn de berdewam dike. Rayedarên Îranî diyar kirin ku ew li bendê ne ku bi mîlyonan kes beşdarî merasîman bibin.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşa asmanî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Sumiyê de 4 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.
Li ser termînala petrolê ya li St. Petersburgê ya Rûsyayê bi dronê êrîşek pêk hat, lê ti kes nehate kuştin an birîndar bûn.
Trump got ku ew ji bo merasîma dewletê ya ji bo Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî Elî Xameneî hefteyek betlaneyê didin hikûmeta Îranê.