Li gorî agahîyên ewil di encama binavbûna keştîya rêwîyan de li welatê Nîjeryayê ya Rojavayê Efrîqayê 18 kesan canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li wîlayeta Benue pêk hat.
Berdevka Polîsê Benue Catherine Anene got ku keştîya darîn a rêwîyên ku ji sûkê vedigeriyan di çemê Benue de binav bû.
Hat ragihandin ku di qezayê de 20 kesan canê xwe ji dest dane û 11 kes jî hatine xelaskirin.
Şahidekî bûyerê weha got: "Keno pir barkirî bû û tevî şîretên hinek rêwîyan ku li benda sefera duyemîn bin jî, ji ber ku her kes di heman demê de israr dikir ku biçe, ev daxwaz paşgahkirin. Di nîvê çem de kanoya darîn li darekê qelibî û ji hev belav bû û zêdetirî 20 rêwîyan ku piranîya wan jin û zarok bûn, canê xwe ji dest dan."
Hat diyarkirin ku piştî qezayê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û endîşe tê kirin ku hejmara mirîyan zêde bibe.
Li Nîjeryayê, bi taybetî di demsala baranê de dem bi dem karesatên keştîyan li ser çeman çêdibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama binavbûna keştîya petrolê ya Rûsyayê Volgoneft 212 ya li Tengava Kerçê ya ku Behra Reş û Behra Azovê bi hev ve girêdide, yek ji 14 keştîyan canê xwe ji dest da.
Îşxalkeran, li bajarên Lazkîye û Tartûsê ji gelek cîhên leşkerî re êrîşên asîmanî li dar xist.
Rejima îşxalker a sîyonîst ku li Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe didomîne, ji êvarê heta serê sibehê êrîşî sîvîlan kir, di encamê de 22 kes şehîd bûn.