Li Nablûsê êrîş li herêma “Meqamê Yusif” hat kirin

Ji herêma “Meqamê Yusif” ku li rojhilata Nablûsa Şerîaya Rojavayê ye re, di seatên serê sibehê de ji teref leşkerên rejima îşxalker û çeteyên Cuhûyî ve êrîş hatin lidarxistin.
Navenda Alîkarîya Acîl a Nablûsê ya Hîva Sor a Filistînê, diyar kir ku di navbera birîndarên ku ekîban midexele kirin de birîndarekî bi şewatê birîndar bûye, yekî dinê jî ji bilindahîyê ketîye xwarê birîndar bûye. Ji bilî vana bi dehan Filistînî ji xaza rondikrijandin û xaza bijehrî birîndar bûn. Rewşa Filistînîyekî 60 salî jî giran e.
Çavkanîyên herêmê îfade kirin ku wesayîtên îşxalkeran ji Huwara, Awarta û Beit Furikê ketin nav herêmê û bombeyên dengan û rondikrijandinan şixulandin. Leşkerên terorîst ewlehîya çeteyên Cihûyîyan kirin ku ew li “Meqamê Yusuf” merasîmên xwe yên pîroz lidarxistin.
Cihûyîyan bawer dikin ku li “Meqamê Yusuf” ku li bajara Nablûsê ye gora Hezretî Yusuf heye. Arkeologan jî destnîşan dikin ku ev gor çend sed salî ye û aîdê Misilmanekî bi navê Yusuf ed-Duveykatê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (DSO), destnîşan kir ku li 18 wîlayetên Sûdanê weqayên kolerayê hatine dîtin, ji Tebaxa 2024an vir ve ji 96 hezarî zêdetir weqa hatine tespîtkirin.
Li wîlayetên Belucistan û Xayber Paxtûnwaya Pakistanê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 8 jê polêsên ewlehîyê tev de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Guangzhouya paytexta wîlayeta Guangdonga Çînê ji ber barîna zêde hezaz pêk hat, di encamê de 7 kes di bin axê de man.
Rejîma sîyonîst êsîrekî din ê Xezzeyê li navendeke lêpirsînê şehîd kir. Şehadet bi mehan hate veşartin, û rejîma îşxalker hewl da ku bûyerê wekî "ketineke tesadufî" veşêre.