Li Nîjeryayê li dijî otobusekê êrîşa çekdarî: 28 kes hatin revandin
Li gorî agahiyan, li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê, di êrîşeke çekdarî ya li ser otobuseke rêwiyan de 28 kes hatine revandin.
Li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê, li ser rêya Beşar-Zek, li dijî otobusek ku rêwiyên ji pîrozbahiyên Mewlûdê vedigeriyan, êrîşek ji aliyê kesên çekdar ên nenas ve hat kirin.
Di êrîşê de 28 kes, di nav wan de jin û zarok jî hebûn, revandin.
Berdevkê Polêsê Dewleta Plateau, Alabo Alfred, ragihand ku hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve hatine şandin û ji bo rizgarkirina kesên revandî dixebitin.
Nîjerya demek dirêj e li deverên cuda yên welat bi êrîşên çeteyên çekdar re rû bi rû ye.
Kesên çekdar bi gelemperî gund, dibistan û rêwiyên li welat hedef digirin û fîdye dixwazin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst bi saetan êrîşî Kampa Penaberan a Qalendiye û Kefer Aqabê li bakurê Qudsê kir, di encamê de gelek Filistînî birîndar bûn, bi dehan kes esîr hatin girtin û êrîş li ser mal û kargehan hat kirin.
Iraqê ragihand ku rawestandina tevahî ya herikîna gaza xwezayî ji Îranê bûye sedema astengiyên dabînkirina elektrîkê li seranserê welat.
Balafira taybet a ku Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê General Mihemed Elî Ehmed El-Hedad tê de bû û ji Enqerê ber bi Trablûsê ve diçû, li Haymanayê ket xwarê.