Li Nîjerê piştî teşebûsa derbeyê di fermandarîya artêşê de guhertin hatin kirin
Li Nîjerê, piştî teşebûsa meha borî ya li dijî hikûmetê ya têkçûyî, di fermandariya artêşê de guhertinek çêbû. Tuxgeneral Maman Sani Kiyau wekî Serfermandarê Artêşê hat tayînkirin.
General Abdourahamane Tiani, serokê Konseya Parastina Welatê Neteweyî ku hikûmeta Nîjerê kontrol dike, Tuxgeneral Maman Sani Kiyau wekî serokê hêzên çekdar tayîn kir.
Li gorî ragihandineke televîzyona dewletê ya Nîjerê, Kiyau li şûna General Musa Salau Barmo wek Serokê Fermandariyê hatiye wezîfedarkirin. Ti daxuyaniyek fermî nehatiye weşandin ku sedema dûrxistina Barmo ji posta xwe rave bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îman Şelûf, jineke ducanî ya 27 salî û pitika wê ya 7 mehî Eyûb Îsmaîl Ebû Maşî, ku li Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê bi guleyên hêzên îşxalker ên sîyonîst birîndar bûbûn, li nexweşxaneya ku lê dihatin dermankirin şehîd ketin.
Li Yemenê, pêşveçûna Tevgera Ensarullah li perava rojava, gihîştina deverên derdora Muha, Zubab û Bab el-Mendeb li başûrê Hudeydayê, girîngiya vê rêya behrê ya stratejîk a di navbera Behra Sor û Kendava Adenê de ji nû ve xistiye rojevê.
Belgefîlma "NAZA", ku bi rêya şahidiyên personelên leşkerî û îstîxbaratê yên rejîma sîyonîst êrîşî sivîlên Xezzeyê dike, piştî pêşandana xwe ya cîhanî li Festîvala Fîlman a Venedîkê bi qasî 25 deqeyan rastî çepikan hat.