Li Pakistanê li dijî noqteyeke kontrolê ya polêsan êrîş: 9 mirî, 28 birîndar
Li bakurê Pakistanê di êrîşeke çekdarî de 9 poêîs hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyeke polêsan, di êrîşeke komeke çekdaran de li ser noqteyeke kontrolê ya polêsan li navçeya Hangu ya wîlayeta Xayber Paxtunxwa ya li bakurê Pakistanê, herî kêm neh polês hatin kuştin û 28 jî birîndar bûn.
Navenda polêsên herêmî di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên ewlehiyê bersiv dane gulebaranê û di operasyonên piştre de 15 çekdar hatine kuştin û gelek êrîşkar jî birîndar bûne.
Polês ragihand ku li herêmê operasyonên wan ji bo bêtesîrkirina çekdarên mayî berdewam dikin.
Heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Alî Zeydî got, "Me delîl xwest ku nîşan bidin Erebistana Siûdî ji axa me hatiye hedefgirtin, lê me tu bersiv negirt."
Li bendera Damietta ya Misrê, di teqînekê de du keştî zirar dîtin.
Sîyonîstan tevahiya şevê li gelek bajar û bajarokên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êrîşên hevdem pêk anîn. Mal bûn hedef û êrîşên çeteyên Cihûyan berdewam kirin; li Beytlehmê, malek hate şewitandin û malbateke heşt kesî hate tehliyekirin.