Li Pakistanê li dijî polêsan êrîşa çekdarî: 2 polês hatin kuştin
Li herêma Mohmand a wîlayeta Xeyber Paxtunxwayê ya Pakistanê, di êrîşeke çekdarî de du polês hatin kuştin.
Rayedarên polêsên herêmî derbarê êrîşa çekdarî ya li ser dewriyeya polêsan li herêma Mohmandê daxuyanî weşandin.
Rayedarên fermî ragihandin ku di êrîşê de du polês hatine kuştin.
Êrîşên çekdarî li Pakistanê bi taybetî li wîlayetên Xeyber Paxtunxwa û Belûcistanê yên ku sînorê wan bi Efxenistanê re ye, zêde dibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Merasîma cenazeyê Rêberê Berê yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Seyyîd Elî Xameneî, ku di êrîşa Emrîka û rejîma sîyonîst de şehîd bû, li Tehranê bi beşdariya gel di roja duyemîn de berdewam dike. Rayedarên Îranî diyar kirin ku ew li bendê ne ku bi mîlyonan kes beşdarî merasîman bibin.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşa asmanî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Sumiyê de 4 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.
Li ser termînala petrolê ya li St. Petersburgê ya Rûsyayê bi dronê êrîşek pêk hat, lê ti kes nehate kuştin an birîndar bûn.
Trump got ku ew ji bo merasîma dewletê ya ji bo Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî Elî Xameneî hefteyek betlaneyê didin hikûmeta Îranê.