Li Pakistanê lehî: 9 kes mirin
Li Pakistanê barana zêde di rojekê de neh kes canê xwe ji dest dan û lehîyê 28 xanîyan jî wêran kir.
Li gorî Desteya Rêvebiriya Felaketên Neteweyî ya welat, di 24 saetên dawî de li Pakistanê ji ber barana zêde û bûyerên têkildar herî kêm neh kes mirine.
Şeş kes di felaketa xwezayî de li parêzgeha Xayber Pextûnxwa ya bakur-rojava mirin. Sê kesên din jî li herêma Azad Cemû Keşmîr a bakur mirin. Her wiha lehîyên giran 28 xanî wêran kirin.
Werza mûsonê li Pakistanê di meha Tîrmehê de dest pê kir. Ev werz, ku bi gelemperî heta Îlonê dewam dike, barana giran tîne ku ji bo çandiniyê girîng e lê pir caran dibe sedema lehî û felaketên din ên xwezayî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên Cihû di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava li zêdetirî 15 cihan malên Filistîniyan, binesaziya avê û erdên çandiniyê hedef girtin. Tê ragihandin ku ev provokasyonên ku êrîşên xwe yên li ser Mescîdî Eqsayê didomînin, beriya roja ku jê re "Wêrankirina Çiyayê Perestgehê" tê gotin, zêde bûne.
Serokê karên derve yê Hamasê Xalid Meşal, ji ber hilbijartina wî wekî serokê nû yê Buroya Sîyasî ya tevgerê pîrozbahî li Xelîl el-Heyye kir û got, "Em, ligel hemî endamên tevgerê, li pişt serokatiya Dr. Xelîl el-Heyye ne."
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di nûvekirina xwe ya rojane ya li ser şerê li Ukraynayê de ragihand ku wargeha Volokhovskoye ya li herêma Xarkîvê ketiye bin kontrola hêzên Rûsyayê.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di 24 saetên dawî de 37 kes ji ber Ebolayê mirin.