Li Pakistanê li ser mizgeftê êrîş: 11 mirî
Li wîlayeta Xeyber Paxtûnxwa, di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li ser mizgeftekê li Qereqola Polêsan a Kohatê 11 kes hatin kuştin, ku 5 ji wan polîs bûn.
Li gorî medyaya herêmî, Serokê Polîsê Xeyber Pextûnxwayê Zulfîkar Hemîd diyar kir ku teqîn li mizgeftekê li Qereqola Polêsan a Kohatê çêbûye.
Hemîd ragihand ku wesayîteke bi teqemeniyan barkirî li mizgeftê ket û teqiya.
Raportên destpêkê nîşan didin ku di teqînê de 11 kes, ku 5 ji wan polês in, mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku dîwarên mizgeftê ji ber hêza teqînê hilweşiyane û kesên ku di bin xirbeyan de asê mane hewl didin ku wan rizgar bikin.
Piştî teqînê, gelek ekîbên tenduristî û lêgerîn û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Heta niha kesî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nûnertiya Daîmî ya Îranê li rêxistinên navneteweyî li Viyanayê ragihand ku rejîma sîyonîst daxwazên ji bo ku tesîs û çalakiyên xwe yên navokî di bin çavdêriya berfireh a ewlehiyê ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) de werin danîn, paşguh kiriye.
Li dibistanekî başûrê Fîlîpînanê bi çekan êrîş li dibistanê hat kirin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Derve yê Emrîkayê, daxuyand ku ji ber beşdarbûna zêdetir a Erebistana Siûdî ji herba Rojhilata Navîn re, firotina balafirên herbê yê 2 ya F-35 Lightning a Lockheed Martin ji Erebistana Siûdî re erê kir.