Li Parîsê bi kêrê êrîşek hat lidarxistin: 3 birîndar
Li gorî raporên medyaya Fransayê, li Parîsê di êrîşeke bi kêrê de sê kes birîndar bûn û şikdar jî hatiye girtin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nunez got ku zilamê ku li nêzîkî Porte de Clichy li Parîsê sê jinan bi kêrê birîndar kirîye hatiye girtin û rewşa birîndarekî jî giran e. Wezîr diyar kir ku her sê qurbanî jî jin bûn.
Li gorî rojnameya fransî Le Figaro, Dozgeriya Neteweyî ya Dijî Terorê ya Fransayê (PNAT) "lêpirsîna ku ji hêla dozgeriya Parîsê ve tê meşandin ji nêz ve dişopîne".
Şikdarê 31 salî, ku tê bawerkirin ku pirsgirêkên tenduristiya derûnî hene, li cihê bûyerê ji hêla polêsekî ne li ser kar ve hate girtin.
Ji polêsan hat hîngûn ku bi şikdar re du kêr hebûne.
Îstasyonên metro û tramvayê yên li herêma Porte de Clichy hatine girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erebistana Siûdî ragihand ku pergalên wê yên parastina asmanî dronên ku ji alîyê Iraqê ve dihatin asteng kirin.
Di rojekê de, zêdetirî 1800 welatiyên Efxenistanê ji derveyî welt vegeriyan welatê wan.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara şehîdên di êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê de gihîştiye 73 hezar û 329 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 9 kesan.