Li Perûyê otobûs ket nav çem û di encama qezayê de 6 kes mirin, 17 kes winda bûn.
Rayedaran, diyar kirin ku li bakûrrojavaya perûyê otobûsek ket nav çem, di encama qezayê de şeş kes mirin, 25 kes birîndar bûn û 17 kes jî winda bûn.
Li gorî rayedaran, dema ku otobûs ji Lîmayê diçû Pomabambaya Perûyê, li alîyê Pacosbamba ket nav çem û hinek rêwî jî ji otobûsê pekîyan.
Çapemenîya mehellî, destnîşan kir dibe ku qeza ji ber rewşa xerab a hewayê pêk hatibe.
Ji bo mirovên winda bêne dîtin xebatên lêgerînê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber talûkeya cemidandina pitikan di şert û mercên hewaya sar de li Xezzeyê endîşedar in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana koçberan zehmet dike.
Balafirgeha Şamê ku bi ketina rejima Esadê ji nû ve ket fealîyetê, dest bi seferên navneteweyî kir. Sefera ewil, ji bajara Şarîkaya Îmaratê re hat kirin.
Barîna berf û sermaya dijwar a ku ji herêmên navendî yên Emrîkayê heta peravên rojhilat tesîrdar e, tesîrê li 13 wîlayetan dike.