Balafira ku ji Ezerbaycanê bi rê ket û herî kêm 72 rêwî di nav de bûn li Qazaxistanê ket xwarê.
Balafira ku ji Bakuya Ezerbaycanê diçû Groznîya Çeçenistanê li nêzê bajara Aktauya Qazaxistanê ket xwarê.
Hat destnîşankirin ku balafir ketîye nav erdekî vala û ji herêmê re gelek ekîb hatin sewqkirin. Li gorî rayedarên Qazaxistanê herî kêm 6 kes bi birîndarî hatine xelaskirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin dema ku balafir dikeve xwarê diteqe û agir pê dikeve. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama bomberdmana artêşa Pakistanê navçeya Barmala wîlayeta Paktîkaya Efxenistanê de nêzê 50 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Hikûmeta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê êrîşê şermezar kir.
Di bûyerên cuda de li wîlayeta Alabama ya li başûrê Emrîkayê, polîsan 2 kesên ku di trafîkê de rawestandin û ji wesayîta xwe daketin, kuştin.
Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam ku baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) e, dîmenên kemîna leşkerên îşxalker li nêzî Xaçerêya Et-Ta'lim li rojhilatê Beyt Lahîya li bakurê Xezzeyê weşand.
Sîyonîstên îşxalker doh êvarê êrîşî bajara Tulkerîm û kampên li Şerîaya Rojavayê kirin, di dema êrîşê de 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.