Li navenda Ramallaha Şerîaya Rojavayê li alîyê têketina şênîya Şîloyê bi kêr û wesayîtê çalakîyek hat lidarxistin, di encamê de du sîyonîst birîndar bûn.
Li gorî çapemenîya Filistînê micahîdê ku operayonê li dar xistîye, bi wesayîta xwe li ser du îşxalkeran derbas bûye û wan kêr kirîye, di heman demê de şênîyekî sîyonîst ku dibêjin li rejîma îşxalker sîvîl hene bi çeka xwe gule li ser micahîd reşand.
Çapemenîya Îbranîyan jî dibêje ku li şênîya Şîloya bakurê Ramallahê di operasyona “eciqandin” û kêrkirinê de du şênîyên îşxalker birîndar bûne.
Hêzên îşxalker, nehiştin ku bila ambûlansên Filistînê biçin micahîd ji erdê rakin û bibin nexweşxaneyê.
Polêsê îşxalker jî herêmê kir bin dorpêçê û nehişt ku bila wesayît herin û werin, berê wesayîtan dan rêyekî dinê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst, li gelek herêmên Dahîyeya başûrê Beyrûdê êrîşên asîmanî li dar xist.
Hîzbullah, daxuyand ku ew baregeha leşkerî ya sîyonîstan a li nêzê Balafirgeha Ben Gurîonê bi fuzeyan hedef girtine.
Berdevkê NY Stephane Dujarric, destnîşan kir ku li Xezzeyê şert û mercê jiyanê dijwar û bikuştin e, sivîlên li wê derê ji birçîna dimrin.