Li Ruandayê di meha Mijdarê de şilîya zêde bû sedema mirina 5 kesan, 18 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Bireveberîya Rewşa Acîl a Ruandayê, diyar kir ku lehî, hezaz û brûskên ku ji ber şilîyê çêbûn herî kêm 5 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.
Di nûvekirina 1-24ê Mijdarê ya wezaretê de, hat gotin ku baran her weha mal, dersxane, zevî û rêyan zirar an jî wêran kir.
Hat diyarkirin ku herêmên herî zêde bi tesîrdar bûne Gakenke, Gasabo, Rutsiro, Gisagara, Kamonyi, Gatsibo, Ngororero û Rusizi ne.
Sekreterê Daîmî yê Wezaretê Philippe Habinshuti bang li kesên li herêmên bi xetere dijîn kir ku biçin herêmên ewle.
Di Gulana sala borî de 135 kesan di encama lehî û şimitîna axê de ku bandor li rojava û bakurê Ruandayê kiribû, jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Seoula, paytexta Koreya Başûr, di bin berfa herî giran a sed salên dawî de ye.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 282yan û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 880an.
Li bajara Darusselama Tanzanyayê avahîyek hilweşîyabû û di encamê de hejmarê mirîyan derket 29 kesan.